Şêniyên Qamişlo êrişên PDK’ê bi meşekê şermezar kir

Li bajarê Qamişlo, Tirbespiyê, Til Birak û Şehbayê êrişên PDK’ê yên li dijî gerîla bi çalakiyan hat şermezarkirin. Bang li partiyên Kurd hat kirin ku zextê li PDK’ê bikin da ku dev ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re berde.

Li dijî êrişa PDK’ê ya li ser Gerîla ku di encama wê de 7 gerîla şehîd bûn çalakiyên şermezarkirinê dest pê kirin.

Şêniyên bajarê Qamişlo ji bo vê yekê îro daketin qadan û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re şermezarkirin.

Piştî ku meş veguherî mitîngê endama rêveberiya Kongreya Star Welîde Botî axivî û êrişên PDK’ê şermezar kir.

”Em bi ti awayî siyaseta PDK’ê qebûl nakin”

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê jî daxuyaniyek bi amadebûna dayikên şehîdan da.

Meclisê diyar kir ku ew bi ti awayî vê siyasteta PDK’ê ya li dijî Kurdan qebûl nakin û êrişa li dijî gerîla şermezar kir.

Meclisê bang li partiyên Kurd kir ku zextê li PDK’ê bikin da ku dev ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re berde.

Li Til Birakê êriş hatin şermezarkirin

Her wiha şêniyên navçeya Til Birak jî bi heman armancê û ji bo şermezarkirin êrişên dewleta Tirk meşiyan.

”Divê rêxistinên Mafên Mirovan bi erka xwe rabin”

Meclisa Kantona Efrînê jî daxuyaniyek da û anî ziman ku sûcên dewleta Tirk yên dijî sivîlan dûrî mirovahiyê ye.

Meclisa Kantonê bang li rêxistinên Mafên Mirovan kir ku li dijî êrişên Tirkiyê bi berpirsyara xwe rabin.

Back to top button