Çeteyên DAIŞ’ê êrişî herêma Mexmûrê ya Mûsilê jî kir û li vir jî leşkerekî Iraqê hat kuştin.
Li herêma Mexmûrê ya girêdayî Mûsilê jî liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê dema dawiyê zêde bûye.
Çeteyan vê sibê careke din êriş birin ser herêmê.
Di êrişê de leşkerekî Iraqê jiyana xwe ji dest da û leşkerek jî birîndar bû.
Çeteyên DAIŞ’ê di heman demê de êrişî gundê Kurdîburê yê navçeya Mexmûrê kir.
Li gorî agahiyan, di vê êrişê de gundiyek hat revandin.