IDLIB ROJEVA SEREKE YA SERDANA CEWAD ZERÎF A ŞAM Û ENQERÊ YE

Piştî binketina civîna dawî ya ku di Mijdara 2018’an de li dar ketibû, Astana 12 careke din tê lidarixstin. Kazaxistanê ragihand ku wê tora 12’emîn a civîna Astanayê der barê aloziya Sûrî di 25 û 26 Nîsanê de were lidarxistin.

Li gorî agahiyên derdikevin, wê mijara komîteya destûrî rojeva sereke be.

Tê payîn ku wê nûnerê Neteweyên Yekbûyî Geer Pedersen jî beşdar bibe.

Têkildarî mijarê, wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf duh serdana Şamê kir û wê îro jî berê xwe bide Enqerê.

Hat zanîn ku bê-çekirina komên çete û derxistina wan ji Idlibê mijara sereke ya danûstandinên Zarîf bi hempîşeyên xwe yên li Şam û Enqerê Be.

Leave a Reply

Back to top button