Saziyên Helebê tundiya li ser jinan şermezarkirin

Endamên saziyên sivîl û siyasî yên Helebê bi daxuyaniyekê tundiya li dijî jinan şermezar kirin.

Daxuyaniya bi navê “Em hemû berpirs in” de tundiya li dijî jinan hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê deriyên nû li pêşiya gel û pêkhateyên herêmê vekirin da ku derbasî cîhana azadî û demokrasiyê bibe.

Tiştê herî balkêş di Şoreşa Rojava ku mafê jinan daye, ev şoreş bi şoreşa jinê tê nasîn.

Her wiha hate destnîşankirin ku jinên Rojava û Bakur û Rojhilata Sûriye bendên ku lê hatiye ferzkirin şikand û di gelek aliyan de xwe bi pêş xist û kesayeta xwe ya ku hatibû paşguhkirin îsbat kir.

Hate diyarkirin fikrê rêber Abdullah Ocalan ên der barê rizgarkirina jinê weke ronahiya di tarîtiya de derket holê.

Di dawiyê de, ji bo ku rê li ber tundiya li dijî jinan were girtin, derdora 600 broşorên têkildarî tundiya li dijî jinan li taxê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat belav kirin.

Back to top button