Nivîsgeha Parastina Zarokan mekanîzmeyên çareserkirina pirsgirêkên zarokan nîqaş kir

Mafê zarokan tê guftûgokirin. Vê guftûgoyê jî Nivîsgeha Parastina Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûrî dimeşîne. Ji bo vê dewreyeke perwerdeyê hatiye vekirin û tê de mafê zarokên di nava şer de û zarokên di karê de têne xebatin û nikarin biçin dibistanê, tê guftûgokirin.

Nivîsgehê yekemîn dewreya perwerdê li navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo dest pê kir.

Endamên 9 Nivîsgehên Parastina Zarokan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî dewreya perwerdeyê bûne.

Di nivîsgehê de rewşa karkirina zarokan, nexasim li herêmê ku alozî lê heye û parastina zarokan bi taybet yên di bin 18 salî re, hate nîqaşkirin.

Serokê Nivîsgeha Parastina Zarokan şaxê Dêrazorê Mihemed Şihadê diyar kir ku armanc ji vê perwerdeyê, parastina zarokan di rewşên şer de ye û divê civak hemû vê erkê bigire ser xwe.

Gerînendeyê Nivîsgeha Parastina Zarokan şaxê Qamişlo Mirî Mihemed jî got, ew di dewreyê de guftûgo dikin ka çawa dikarin zarokên li beşê pîşesazî û çandiniyê di karê giran de dixebitin li dibistanan vegerînin.

Dewre wê heta 4 rojan dewam bike.

Back to top button