Li Holandayê şêwra jinên Kurd hat lidarxistin

Şêwira Jinên Kurd ên li Ewropayê ya dijî dagirkeriya li ser Kurdistanê, bi pêşengiya Komîsyona Jinan a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), îro li Holandayê hate lidarxisitn..
Di civînê de rola jinên Kurd di yekîtiya neteweyî de hate nîqaşkirin û li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê ji bo têkoşîna hevpar bang hate kirin.

Şêwira Jinên Kurd ên li Ewropayê ya dijî dagirkeriya li ser Kurdistanê, bi pêşengiya Komîsyona Jinan a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) , îro li Holandayê hate lidarxistin.

Bi tevlêbûna bi dehan jinên Kurd yên ji her çar perçeyên Kurdistanê û nûnerên rêxistinên jinan li Holandayê civînê dest pê kir.

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeynep Mûrad di destpêka civînê de axivî.

Zeyneb Murad bal kişand ser êrîşên Dewleta Tirk li ser başûr û rojavayê Kurdistanê û tekez kir ku pêwîst e jinên kurd bi biryareke cidî helwesta xwe ya li dijî dagirkeran bidin nîşandan.

Siyasetmedar Tûba Hezer di civînê de axivî û bi bîr xist ku dewleta Tirk bi salan e li bakurê Kurdistanê komkujiyan dike û jin jî li hember wê her tim di nava têkoşînê de ye.

Berdevka Kongreya Star- Ewropa Dilşah Osman di axaftina xwe têkoşîna jina kurd ya li dijî DAÎŞ’ê bi bîr xist û da zanîn ku pêwîste jin hêza xwe nas bike.

Haskar Kirmizigul jî bi navê Jineolojiyê axivî û bal kişand ser dîroka têkoşna jinên kurd.

Haskar Kirmizigul anî ziman ku jinên kurd pêşengiyê ji şoreşa li Kurdistanê re dikin û xwediya wê hêzê ne ku îro jî pêşengiyê ji têkoşîna li dijî dagirkeran re dikin.

Di civînê se , rola jinê di yekîtiya neteweyî û hewlesta wê di têkoşîna neteweyî hate nîqaşkirin û hate diyarkirin ku jin dikare bi tegihîştineke rast a yekîtiya neteweyî derftên dîrokî yên ku hatine bidestxistin biparêze.

Her wiha li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê ji bo têkoşîna hevpar bang hate kirin.

Back to top button