Berxwedana zindanan bi biryardariyeke xurt didome

Berxwedana li zindanên dewleta Tirk ya li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêber Apo bi biryardariyeke xurt didome. Li aliyekî din jî binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehan zêdetir dibin.
Parêzeran diyar kirin dewleta Tirk herî zêde bîryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê binpê dike.

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û ji bo bi dawîkirina binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt didome.

Çalakiya girtiyan bi koma 50’î, di roja 283’an de ye.

Çalakiya xwedîderktinê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê 262 didome..

Çalakiya li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 245 roj li pey xwe hiştin.

Nuray Çavîrmen: Rêgeza wekheviyê ji bo girtiyên siyasî yên nexweş tê binpêkirin

Li girtîgehên Tirkiyê rewşa girtiyê nexweş her diçe giran dibe.

Li gorî ÎHD’ê li girtîgehên Anatolya Navîn 262 girtiyên nexweş hene, 41 jê jin, bi giştî 85 kes nexweşê giran in.

Endama Komîteya Rêveberiya Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan ÎHD Nuray Çevîrmen derbarê rewşa girtiyên nexweş yên li herêma Anatolya Navîn de got:

Girtiyên nexweş yên giran ji ber girtiyên siyasîne, rêgeza wekheviyê tê binpêkirin.

Saziya Tipa Edlî jî weke saziyeke siyasî tevdigere.

Nuray bang kir ku divê girtiyên nexweş ên giran demildest werin berdan.

Parêzer Ayşe Bîngol: Dewleta Tirk herî zêde biryarên DMME bin pê dike

Di van rojên dawîn de OHD, ÎHD, Komîteya rêveberiyê ya Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê, serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dabû da ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser ‘cezayê muebbetê yê giran’ binirxînin.

Di vê derbarê de, Endama Komîteya rêveberiyê ya Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî parêzer Ayşe Bîngol Demîr axivî.

parêzer Ayşe Bîngol got:

DMME der barê birêz Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan de biryarên li dijî Tirkiyê dan.

Pêvajoya têkildarî dozên ku sewqî DMME’yê hatine kirin û dadgehê biryara binpêkirinê daye, bi biryara îxlalkirinê ya dadgehê bi dawî nabe.

Parêzer Ayşa diyar kir ku divê ev biryar di ber çavan re werin derbaskirin û bi cih bên. Her wiha ev yek di sîstema hiqûqê ya li Tirkiyê de bê naskirin.

Parêzer Ayşa destnîşan kir ku ger Tirkiyê li gorî daxwaza DMME’yê gavekê di vî alî de biavêje, dê negihêje encameke otomatîk, lewra divê ev daxwaz li gorî prensîbên navneteweyî were nirxandin.

Parêzer Ayşa anî ziman ku dewleta Tirk ji bo binpêkirina mafên sîstematîk yek ji welatên herî bi pirsgirêk e.

Parêzer Ayşa bang kir ku divê têkoşîna hiqûqî li her qadê bi xurtî dewam bike.

Back to top button