Rêveber û karkerên kargeha ava jiyanê li kantona Şehba teqez kirin ku bi destên jinan ava jiyanê xweştir dibe û dikeve xizmeta gelên ykoçber û mirov bi keda destê xwe dikare her tiştî bike.
Piştî dagirkirina Efrînê, gel koçberî kantona Şehbayê bû û gelek zehmetî û astengiyên jiyanê derketin holê.
Jin ji bo van astengiyan derbasbikin berê xwe dan desteya aboriya jinê ya li herêmê.
Di wir de xwestin hem hebûna xwe îsbat bikin û hem jî barê jiyanê hildin ser milên xwe.
Di 7’ê Tebaxa 2018’an de desteya aborî ya jin kargeha avê ya bi navê “Jiyan” ava kir û piraniya karkerên di vê kargehê de dixebitin jin in.
Ev kargeh li navçeya Ehrez a kantona Şehbayê ye.
Derbarê kar û xebatên kargehê de, rêveber û karkerên kargehê nerînên xwe anîn ziman.
Rêvebera kargeha ava Jiyan Cîhan Kelo bal kişand ser xebatên kargehê û got:
”Mirov bi keda destên xwe dikare her tiştî peyda bike”
Karkerek ji kargeha ava Jiyan Narîman Bekir da zanîn ku mirov bi keda destên xwe dikare her tiştî peyda bike.