Efrîn .. Di encama tqînê de, kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 brîndar bûn

Li taxa Eşrefiyê ya Efrîna dagirkirî îro erebeyeke bombebarkirî teqiya, di encamê de kesekî jiyana xwe dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê erebeyeke sintafê li Taxa Eşrefiyê li ser riya Tirindê teqiya.

Li gorî heman çavkaniyê di encamê teqînê kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Li Efrînê di nava çeteyên dagirker de şer derket

Her wiha ji duh ve li gelek gund û navçeyên Efrînê şerên giran di navbera komên çete yên artêşa Tirk de rû didin.

Piştî şerekî giran di navbera çeteyên Cebha El-Şamiyê û çeteyên El-Hemzat rû da, Cebha El-Şamiyê dest danîn ser gundê Coqê û Dargirê û tevahî navçeya Mabatayê

Çeteyên Cebha El-Şamiyê piştî ku Mabetayê kontrol kir qedexeya çûn û hatinê ferz kirin.

Li navçeyê alozî berdewam e û çete di nava liv û tevgereke mezin de ne.

Back to top button