Sîyasetmedarên Kurd bang li PDK’ê kir ku nebe sedema şerê navxweyî

Sîyasetmedarên kurd, li dijî êrîşên PDK’ê yên li ser gerîlla bang li PDK’ê kirin ku ”Nebe sedema şerê navxweyî.” Sîyasetmedaran da zanîn ku divê hêz û partîyên Kurd, şerê birakûjî weke xeta sor bihesibînin û li dijî wê derkevin.

Li ser êrişa PDK’ê ya li dijî gerîlayan bertek û nerazîbûn zêde dibin.

Sekreterê Partîya Demokratî Kurdistanî-Sûrîyê (PDK-S) Ebdulkerîm Siko li ser mijarê axivî û got,

Eger di navbera PDK’ê û dewleta Tirk de peyman hebin ew peyman ne rewa ne û nekevin xizmetî gelê Kurd.

Ebdulkerîm Siko banga parastin û xwedîderketina destkeftiyên heyî kir û got,

“Me astên dijwar derbas kirin û li hember gelek astengiyan sekinîn û gelê Kurd gelek qurbanî ji bo parastina herêmê da.

Pêwîste ji bo parastina van destkeftiyan û têkbirina armancên dewleta Tirk, yekîtiya neteweyî were avakirin.”

Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Kovan Kenho jî destnîşan kir ku bi dijminên gelê Kurd re dostanî nabe.

Kovan Kenho bang li PDK’ê kir ku nebe sedema şerekî navxweyî û got, “Divê hêz û partiyên Kurd şerê birakujiyê wekî xeta sor ‎bihesibînin.”

Loqman Hesen: PDK ji bo bi cih anîna fermanên erdogan tevdigere

Çavdêrê siyasî Loqman Hesen li ser siyaseta şerxwaz a PDK’ê ji Rojnews re axivî û got,

“Tirkiye bi xwe nikare li hemberî gerîla bigihe armanca xwe, ji bo vê jî hewl dide hêzên Kurd bixe nav şer.

Siyaseta PDK’ê a li hemberî PKK’ê, tenê ji bo bicihanîna ferman Erdoxan û Tirkiyê ye.

Siyaseta wan xewna dagirkerên Kurdistanê ye.

Ev pilanek stratejîk û ya Erdoxane, wê ziyanê bigihîne hemû welatên cîhan û bi taybet jî cîran.”

Back to top button