HPG:Çekdarên PDK’ê li Xelîfanê êrişî gerîllayên me kirin

Êriş pêk hat. Bi rojane aqubeta 7 gerîllayan ne diyar. Agahî hene ku hêzên PDK’ê ew şehîd kirine. Lê tevî van jî PDK’ê îdîa dike ku haya wan ji bûyerê tine ye. Mîna rewşa 3 gerîllayên 26’ê Tîrmehê ketibûn kemînên PDK’ê niha jî heman helwest nîşan dide. Û di serî de HPG, raya giştî ya Kurd li bendê ye ku herdû êrişên li dijî gerîlla werin zelalkirin..

29’ê Tebaxê li herêma Xelîfanê, dema yekîneyeke gerîlla hewl de ava Zapê derbas bike dikeve kemîneke hêzên PDK’ê..

Di encama lêkolînên 7 rojan de Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku agahiyên tekez gihiştine berdestê wan ku endamên wê yekîneyê ji aliyê çekdarên PDK’ê ve hatine şehîdkirin..

Mîna bûyera Tîrmehê ya li heman herêmê, PDK’ê careke din îdîa kir ku haya wan ji bûyerê tine ye..

Hêzên PDK’ê bi awayekî bê bext êrişî hevalên me kirin

Berdevkê Ragihandinê yê HPG’ê Serdar Yektaş têkildarî mijarê beşdarî bernameya Nîvroj a Stêrkê bû û ev agahî parve kirin..

Serdar Yektaş êrişa li dijî gerîllayên xwe wiha pênase kir:

Aydar: Em li bendê ne ku PDK’ê mijarê eşkere bike

Bi êrişa 29’ê Tebaxê ya li dijî yekîneya gerîlla, bûyerê 26’ê Tîrmehê careke din ket rojevê..

Wê rojê dîsa li Xelîfanê 3 gerîlla dema hewl dida derbasî qadeke din bibin, pêwendiya li gel hate birîn..

Tevî ku bêtirî mehekê di ser re derbas bûye jî tevî hewldanên malbatên gerîlla û bangên civaka Kurd, PDK’ê xwe li bêdengiyê danî û ti bersiv nedaye..

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyr Aydar di “Konferansa Netewî ya li dijî Dagirkeriyê” de mijar careke din anî rojevê..

Aydar behsa berxwedana dîrokî ya li Girê Zendûrayê jî kir û wiha got:

Li tûnelên şer ên Zendûrayê 6 gerîlla di roja 39’an a berxwedanê de şehîd dibin.
Wan gerîllayan nameyek ji bo gelê Kurd şandibû. Piştî nivîsandina nameyê bi 11 rojan ev gerîlla şehîd dibin.

Başe, ev gerîlla kengî şehîd bû?

Dema ku dewleta Tirk tengav bû û PDK’ê hêzên xwe şandin herêmê.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê aqûbeta ne diyar a 3 gerîllayên li herêma Xelîfan jî anî rojevê û wiha dewam kir:

Back to top button