Êrişa PDK’ê li ser gerîlayên HPG’ê

Çekdarên PDK’ê 29’ê Tebaxê 7 gerîlayên HPG’ê bi bêbextî şehîd kir. Çavkaniyekî girêdayî herêma Xelîfan a navçeya Soran dîmenê êrişa hêzên PDK’ê ya li ser 7 gerîlayên HPG’ê dema hatine Şehîd xistin ji raya giştî re parve kir. Li aliyê din PDK ji bo rê li dagirkeriya dewleta Tirk veke li herêma Metîna 3 baregehên nû ava kir.

Li herêma Xelîfanê ya girêdayî navçeya Soran a Hewlêrê, roja 4’ê Îlonê 7 gerîlayên HPG’ê bi bêbextî şehîd kirin.

Jêderekê ji herêmê dîmenek weşandiye û radigihîne ku dîmen ê dema vê bêbextiyê ye.

Di dîmenê de tê dîtin ku êriş bi şev qewimiye û gulebaran yekalî ye. Ji dîmenan tê fêmkirin ku gulebaranek dijber nîne, tenê ji yek alî gule tên barandin.

Hêzên PDK’ê li metînayê rê li artêşa Tirk vedikin

Li aliyekî din jî hêzên Zêrevanî yên ser bi PDK’ê ve di van rojên dawiyê de liv û tevgera xwe ya li Metînayê zêde kirine û 3 baregehên nû yên leşkerî li hinek gundên Kanî Masiyê çêkirine.

Herwiha ji bo hêsankirina metîngeriya artêşa Tirk a dagirker jî li herêma navborî riyên nû çêdike.

Ajansa Rojnews’ê derbarê mijarê de ragihand ku PDK li devera gundê Elkîşkê dest bi çêkirina rêyeke nû ya leşkerî kiriye.

Çavkaniyan diyarkir ku rê bi armanca hêsankirina liv û tevgera artêşa Tirk û anîna hêzên PDK’ê ji bo herêmên şer tê çêkirin.

Herwiha çavkaniyên herêmê diyar kirin ku ne tenê li Elkîşkê, li deverên din ên Metînayê jî PDK rê li artêşa Tirk vedike û ji bo vê jî gelek wesayîtên çêkirina rê li herêmê dixebitin.

Hêzên PDK’ê li gundê Kanîmasiyê 3 baregehên nû çêkirin

PDK ji 5’ê Hezîranê ve bi destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê û gerîlayên HPG’ê, hêzên xwe yên taybet derbasî herêmên şer dike û ji bo pêşî li berxwedana tevgera azadiyê bigire, bi dewleta tirk re tevdigere.

Jêderên ji herêmê radigihînin ku hêzên PDK’ê li gundên Kanîmasiyê 3 baregehên nû çêkirine û weke bendên kontrolê jî bi kar tîne.

Li gorî vê agahiyê baregehek li nêzî gundê Elkîşkê hatiye çêkirin û yên din jî li navbera gundê Qumriyê û Edinê, û li sêgoşeya gundê Binavê hatine avakirin.

Arteşa Tirk a dagirker hewl dide gerîlayan bişewitîne

Li hemberî êrişen hovanê yên dewleta tirk û hevkarên wî li qada Werxelê ya herêma Avaşînê gerîlayên azadiya Kurdistanê berxwedaniyeke mezin nîşan dide.

Li Werxelê arteşa dewleta tirk a dagirker ku ji gerîla derb dixwe hewl dide bi êrişên qirêj encam bigre.

Arteşa tirk a dagirker benzîn berda devê tûnelan, agir avêtiye û hewl da ku gerîlayên li hundir bişewitîne

Hêzên gerîla yên ku li Werxelê bi cih bûne bi girtina dîmenan tiştên ku diqewimin belge dike.

Weke ku di dîmenan de jî xuya dibe li dora tûnelan ti tevgera leşkeran nîne lê şelîtên teqemeniyan ku ji jora tûnelan berdane xuya dikin.

Back to top button