Eniya Berxwedana Nîştimanî ya Efxanî piştî gelek ziyanan, bang li Talîbanê kir ku şer rawestîne.
Eniya Nîştimanî bi daxuyaniyekê bang li Talîbanê kir ku operasyonên li ser Pêncşêrê rawestîne û hêzên xwe vekişîne.
Di heman demê de, anî ziman ku ew jî amade ne operasyonan rawestînin.
Talîbanê duh ragihandibû ku berdevkê Eniyê Pêncşêrê Fehîm Deştî û general Ebdulwedûd Zare hatine kuştin.
Her wiha dabû zanîn ku newala Pêncşêrê bi temamî ketiye destê wê.
Eniya Efxanî: Agahiyên kontrolkirina Pêncşêrê derew in
Ji aliyê xwe ve Eniya Efxanî bi Twîttekê agahiya kuştina kesên navbirî piştrast kir û got ku agahiyên kontrolkirina newala Pêncşêrê derew in.