Artêşa Tirk a dagirker duh êvarê gundê bakur- rojhilatê bajarê Minbicê topbarankir.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Hoşeriyê û Qîrata yê dikeve bakurê rojhilatê bajarê Minbicê ku tije sivîl in topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker heman şevê gundê Qizelî yê rojavayê Girê Spî û depoyê genim ên gund topbaran kir.
Artêşa dagirker hemwextê êrişa li ser Girê Spî, gundên Niwêhat û Xedrawî yên 8 km dikevin bakurê navçeya Zirganê jî bi hawanan topbaran kirin.