Siyasetmedarên Kurd: Ev sekna PDK dê bi hemû Kurdan bide wenda kirin

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs, siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncwênî, endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, ku tevlî ‘Konferansa Neteweyî ya li dijî dagirkeriyê’ bibûn, şehîdkirina 7 gerîlayên HPG’ê bi destê PDK’ê şermezar kirin.
Siyasetmedaran bang li hemû kurdan kirin ku li dijî PDK’ê xwedî helwestbin û gotin, “Şerê birakujî, wê bi hemû kurdan bide wendakirin.”

Di vê dema ku gelê Kurd li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser kurdistanê di nava tevgerê de ye, PDK’ê jî, bi dijminê gelê kurd re tev digere û êrişî gerîla dike..

Hêrsa gelê Kurd ya li dijî êrişên PDK’ê ku di encamê de 7 gerîla şehîd bûn zêde dibe.

Kesayetên ku tevlî konferansa 4’ê vê mehê a li dijî dagirkeriya li ser Kurdistanê li Holandayê hate lidarxistin bûn, helwesta PDK’ê nirxandin.

Derbarê mijarê de, Siyasetmedar Emîn Pencewînî got, ne-yekîtiya netewî zirareke mezin dighîne gelê kurd.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî diyar kir ku helwesta PDK’ê a bi dagirkeriyê re tu carî nayê qebûlkirin..

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs jî, jibo xilaskirina kurdan ji şerê birakujiyê banga çareseriyeke lezgîn kir û got, ji her demê zêdetir pêwîstî bi danûstandinan heye.

Back to top button