Nivîsgeha Dozên Hiqûqî ya Rêveberiya Xweser banga berdana nûnerê xwe kir

Nivîsgeha Dozên Hiqûqî ya Rêveberiya Xweser banga serbestbedana nûnerê xwe kir.

Hevserokê Nivîsgeha Dozên Hiqûqî ya Rêveberiya Xweser li herêma Firatê, parêzer Welat Hemê got revandina nûnerê Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê binpêkirina qanûn û pîvanên dîplomatîk, siyasî û mafên mirovan e.

Hemê wiha domand:

“Hikumeta Başûrê Kurdistanê ji jiyana Cîhad Hesen berpirsiyar e, bi taybet piştî ku di derbarê rewşa tenduristiya wî ya xirab di zindana Başûrê Kurdistanê de hate belavkirin.

Revandina kesekî berbiçav bêyî ku tu tawan li dijî hebin, binpêkirina hemû qanûnên mafên mirovan e.”

Welat Hemê axaftina xwe wiha berdewam kir:

“Qanûnên dîplomatîk hene ku divê hikumeta Başûrê Kurdistanê li gorî wan tev bigere ku tê de şert û mercên neyasayî û neqanûnî li dijî dîplomatan nakin.”

Hemê destnîşan kir ku girtina nûnerê Rêveberiya Xweser aloziya di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojava de zêdetir dike û rêya diyalogê qels dike.

Welat Hemê bang li hikumeta Başûr kir ku nûnerê Rêveberiya Xweser tavilê serbest berde.

Back to top button