”Dewleta Tirk ji sedî 35 daristanê Başûrê Kurdistanê şewitandin”

Endamê Rêxistina Xwezayê ya Kurdistanê Serwer Qeredaxî diyar kir dewleta Tirk a dagirker di 10 salên borî de zêdetirî miliyonek û 300 hezar donim ji daristanê Başûrê Kurdistanê şewitandin.

Serwer Qeredaxî got, cihê şermê ye ku serokê Iraqê yê kurd e qaşo li himber van sûcan bê deng e.

Dewleta Tirk a dagirker ne tenê di hedefgirtina sivîlan de berdewam e, lê bi çavsorî xwezaya kurdistanê jî qir dike.

Ev şewatên ku li daristanên başûrê Kurdistanê derketine hemû bi destê artêşa Tirk a dagirker tên kirin.

Têkildarî vê yekê, Endamê Rêxistina Xwezaya kurdistanê Serwer Qeredaxî ji Ajansa HAWAR’ê re axivî.

Serwer Qeredaxî di destpêka axavtinê xwe de balkişand li ser pêkanîna çekên qedexekirî ji hêla dewleta Tirk û anî ziman”

Li gorî raporên ku hatine bi destxistin hat ragihandin dewleta Tirk ta niha 11 caran çekên qedexekirî li dijî xwezaya Kurdistanê bi kar aniye.”

Serwer da xuyakirin ku di çend rojên borî de dewleta Tirk zeviyên çandiniyê yên li herêma Pencewên a Başûrê Kurdistanê jî bombebaran kir.

Di encama bombebaranê de ne tenê xweza zerer dibîne, lê belê jîngeh û tevahî lawirên li wan daristanan jiyan dikin,dikuje. Rûbarên çandiniyê û mûsimê cotkaran jî tê şewtandin.

Di heman demê anî ziman ”Dewleta Tirk di 10 salên borî de zêdetirî miliyonek û 300 hezar donim ji daristana şewitand, anku ji zêdetirî ji sedî 35 ji daristanên Başûrê Kurdistanê şewitandin.

Li himber van kiriyên dijî xwezayê hikumeta Başûrê Kurdistanê bê denge e, her wiha endamên parementeran tu helwestê nîşan nadin.

Têklidarî bêdengiyê Serwer Qeredaxî wiha got:” Cihê şermê ye ku serokê Iraqê yê kurd e qaşo li himber van sûcan bê deng e.

Endamê Rêxistina Xwezayê ya Kurdistanê bang li kurdên her çar perçên Kurdistanê kir da ku parastina jîngehê bikin.

Back to top button