”Divê PDK pêştevaniya hêzên gerîla di parastina xaka Başûrê Kurdistanê de bike”

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk PYD Ayşe Hiso û Çavdêrê Siyasî Newroz Fazil Siyastên PDK’ê li dijî kurdan bi ‘îxanetê’ bi nav kirin.

Aliyan diyar kirin ku divê PDK’ê pêştevaniya hêzên gerîla di parastina xaka Başûrê Kurdistanê de ji êrişên hovan e bike. 

Navenda Çapemeniyê ya 4’ê Îlonê di daxuyaniyekê de diyar kiribû ku hêzên PDK’ê li herêma Xelîfanê êrîşî gerîlayên wan kiribûn û di encamê de 7 gerîla şehîd bûn.

HPG’û ragihand” Bi destên hêzên PDK’ê ketibûn kemînê de, ev kiriyar tu têkiliyê wê û kurdewariyê bi hev re nîne.”

Di heman çarçoveyê de Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk PYD Ayşe Hiso
diyar kir ku PDK’ê ji nû ve dîroka xwe dê dibare dike, di heman demê de dewleta Tirk a dagirker di vê pêvajoyê de hewil dide qira kurdan bîne.

Ayşe Hiso got, divê PDK’ê pêştevaniya hêzên gerîla di parastina xaka Başûrê Kurdistanê de ji êrişên hovan e bike.

Ayşe li ser helewsta kurdên Rojava jî ev yek anî ziman ”Kurdên Rojavayê Kurdistanê texmîn dikirin ku wê Hêzên PDK’ê li dijî van êrîşan helwestên cidî bide, lê mixabin li himber vê yekê hin jî bê deng e.

Bi vê yekê diyar dibe ku hin jî xeta dagirkerî û hevkariyê berdewam e.”

Çavdêrê Siyasî Newroz Fazil jî dagirkeriya dewleta Tirk û bêdengiya aliyên siyasî ji Rojnews’ê re nirxand û got:…

Partiyên siyasî yên başûrê kurdistanê nikarin ji bo gelê xwe xizmet bikin, û li himber dagirkeriyê derkevin.

Lê mixabin ketine xizmeta siyasetekî ku ji gelê Kurd re xizmetê nake.

Hem siyasetek xiyanetkariye û hem jî li dijî yekîtiya neteweyî û yekrêziya gelê Kurde.

Back to top button