Salvegera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Bi wesîleya salvegera damezrandina xwe Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û diyar kir heta avakirina Sûriyeke demokratîk û rizgarkirina cih û warên dagirkirî ewê têkoşîna xwe bidomînin. Rêveberiyê bang li gelên herêmê jî kir ku piştgiriyê bidin Rêveberiyê, hêzên ewlekariyê û li destketiyên xwe xwedî derkevin.

Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya salvegera 3. a damezrandina xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de bal tê kişandin li ser xebat û têkoşîna ku di nava 3 salan de hatiye meşandin û wiha tê gotin,

“Tevî hemû plan û astengiyan jî, Rêveberiya Xweser bû modeleke netewî ya Sûriyê û xebatên avakirina civakî dewam kir û bi pêşde bir.

Bêyî ku zirarê bide yekîtiya Sûriyê nûnertiya rasteqîn ya bi mîlyonan kesî kir û bi roleke dîrokî rabûye. Ev sê sal in vê têkoşîna ya pêkanîna hêvî û bendewariyên gelên herêmê, xwe dewam dike.

Tekoşîna li dijî terorê de jî bi roleke sereke rabûye.”

Di daxuyaniyê de tê gotin ji bo ku rêveberî beşdarî xebatên ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyê bibe gelek xebat meşandin.

Hat diyar kirin rewşa giştî ya li Sûriyê bandorê li Rêveberiya Xweser jî dike, lê tevî astengiyên aborî, dorpêç û êrişên çeteyên dewleta Tirk rêveberiyê heta asteke girîng pêdiviyên xizmetê yên herêmê bi cih anîn û li hember êrişên siyasî û leşkerî li ber xwe da.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin,

“Ji bo pêkanîna Sûriyeke aram û demokratîk û ji bo rizgarkirina hemû cih û warên dagirkirî ên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, têkoşîna me ya demokratîk û siyasî wê berdewam bike.

Divê gelên me piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser, Hêzên Sûriya Demokratîk, hemû hêzên ewlekariyê û saziyên xwe û xwedî li destketiyên xwe derkevin.”

Back to top button