Li Dêre Zorê zarokek jiyana xwe ji dest da û du zarok jî birîndar bûn

Ji ber teqîna mayînên çeteyên DAIŞ’ê, li Dêrezorê zarokek jîyana xwe jidest da û du zarok jî birîndar bûn.

Li bajarokê El-Ezba yê rojhilatê Dêrezorê, mayîneke bermahîyên DAIŞ’ê bi sê zarokan de teqîya

Di encama teqînê de zarokê bi navê Ebd El-Mihemed ê 14 salî jîyana xwe ji dest da û du zarokên din ên bi navê Xalid El-Selame ê 13 salî, Elî-El-Selame ku birayê hev in, birîndar bûn.

Herdu zarokên birîndar birin nexweşxaneya bajarojê Cidîd Igêdat.

Back to top button