Doza girtiyên Behdînanê rûniştina duyem a dadgeha Hewlêrê hat paşxistin

Rûniştina dûyem a Dadgeha Hewlêrê ya ji bo darizandina 4 çalakvanên Behdînanê hate paşxistin. Girtiyan jî biryar da ku bikevin Rojiya Mirinê. Parlamentera Başûrê Kurdistanê Şîrîn Emîn jî ku tevlî rûniştina girtiyên Behdînanê bû got ku dadwer xwest girtî malbatên xwe bibînin, lê asayîşê ev yek red kir, ev jî tê wateya nebûna serweriya dadgehê.

Dihat payîn ku îro 4 çalakvanên girtî yên Behdînanê, Mesud Elî Hacî, Bendewar Eyub, Karger Ebas Elî û Şêrwan Teha Emîn li Hewlêrê werin darizandin.

Lê rûniştin ji bo demek ne diyar hate paşxistin.

Parêzerê girtiyên Behdînanê Beşdar Hesen têkildarî mijarê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Beşdar Hesen anî ziman ku ji ber guhertina di serokatiya dadgehê de rûniştin ji bo demek ne diyar hat paşxistin.

Parêzer got ku girtî dibêjin rewşa wan xirab e û rê nadin bi malbatên xwe re bi axivin, ji bo wê biryar dan ku bikevin Rojiya Mirinê.

Nûnerê Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiyê a li Kurdistan û Iraqê-CPT Kameran Osman jî axivî û got:

“Girtiyên Behdînanê ger sûcek jî kiribin, mafê wan yê yasayî heye ku malbat û parêzerên xwe bibînin.

Ya ku li gel wan tê kirin, danûstandinek ne rewa û ne qanûnî ye. Divê desthilatdarên Başûrê Kurdistan û Dadgeha Temîz dosyayê lêkolîn bikin û girtiyan azad bikin.”

Parlamenter Şîrîn Emîn: serweriya dadgehê nemaye

Parlamentera Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Şîrîn Emîn jî ku tevlî rûniştina îro ya girtiyên Behdînanê bû, ji Rojnews re axivî.

Şîrîn Emîn got:

“Dadwer xwest girtî malbatên xwe bibînin, lê karmendên asayîşê vê daxwazê red kirin û rê nedan hev bibînin, ev jî tê wateya nebûna serweriya dadgehê.

Me gelek caran wek parlamenter jî xwest girtiyan bibînin, lê daxwaza me jî tê redkirin.”

Rûniştina yekem ya dadgehkirina çar çalakvanên binçavkirî yên Behdînanê di 12’ê Tîrmeha 2021’an de, li Dadgeha Tawan a 2 ya Hewlêrê pêk hatibû.

Back to top button