HAT’ê serçeteyê şaneya DAIŞ’ê li Dêra Zorê girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku serçeteyekî şaneyên DAIŞ’ê li Dêrazorê girt. 

Têkildarî operasyona li dijî şaneyên DAIŞ’ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek da û wiha tê de hate gotin:

“Bi piştgiriya hawayî ya Koalîsyona Navneteweyî û HAT’ê operasiyonek li Dêrazorê pêk hat.

Di encamê de serçeteyekî DAIŞ’ê li bajarokê Ezbe yê rojhilatê Dêrazorê hat girtin.

Komek ji çek, alavên çêkirina mayînan û dosyayên îspatkirina tevlêbûna wî ya nava DAIŞ’ê hatin girtin.

Back to top button