Li bajarê Newsûd ê Rojhilatê Kurdistanê hêzên Îranê gule li wesayîteke sivîl barandin û zarokekî 4 salî bi giranî birîndar bû. Li Şirnexa Bakurê Kurdistanê jî polîsê ku bi wesayîtê pê lî zarokekî 7 salî kiribû û ew kuştibû, hat berdan.
Li gorî Kolbernewsê duh bi şev hêzên Îranê li herêma Qelwez a girêdayî bajarê Newsûd ê Rojhilatê Kurdistanê li xala kontrolê gule li wesayîtekî sivîl reşandin.
Hat gotin di gulebaranê de zaroka keç a 4 salî ya bi navê Haya Peyam bi giranî birîndar bû.
Zaroka 4 salî ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya bajarê Paweyê.
Polîsê ku li Şirnexê bi wesayîtê pê li zarokekî kiribû û ew kuştibû hat berdan
Her wiha li herêma Hezexê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê di 3’ê Îlonê de wesayîta zirxî ya polîsan pê li zarokê bi navê Mîraç Mîroglû yê 7 salî kiribû ku ber mala xwe bisiklet dajot.
Dozgeriya Komarê ya Hezexê lêpirsîn bi navê ‘Qezaya trafîkê ku mirov tê de mirine’ dabû destpêkirin.
Polîsê Tirk yê kujer piştî 3 rojan ji bo îfadedayînê anîn dadgehê û piştî îfadeyê hate berdan.
Dozger hê îfadeya malbata Mîraç Mîroglû nestandiye.