Çavdêrê siyasî Newroz Fazil: Gel biryara xwe daye ku dijî dagirkeriyê be

Li başûrê Kurdistanê bertekên li dijî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re zêde dibin. Çavdêrê Siyasî Newroz Fazil, siyaseta PDK’ê weke xiyanet pênase kir û got ku gel biryara xwe daye ku hertim dijî dagirkeriyê be. Zayd Mehmud jî ku bavê şehîdê xwepêşandanên 17’ê Sibatê ye diyar kir ku wê gerîla bi serkeve û Kurdistan azad bibe.

Bertekên gelê başûrê Kurdistanê yên dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re zêde dibe.

Çavdêrê Siyasî Newroz Fazil têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk û bêdengiya aliyên siyasî ji Rojnews’ê re axivî.

Newroz Fazil got:

“Mixabin li Başûrê Kurdistanê yek ji hêzên mezin ketiye xizmeta siyasetekî ku ji gelê Kurd re xizmetê nake.

Hem siyasetek xiyanetkarî ye û hem jî li dijî yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd e.”

Newroz Fazil diyar kir ku gel bi îrade ye û li hemberî vê siyata şaş derketiye û niha gel biryar daye û bi her awayî xwedî helweste.

BAVÊ ŞEHÎD SURKÊW, ZAYD MEHMUD: PDK NIKARE JI FERMANA ATATURKAN RIZGAR BIBE

Zayd Mehmûd jî ku bavê şehîd Surkêw ê şehîdê xwepêşandanên 17’ê Sibatê ye ji Rojnews re axivî.

Mehmûd êrişa çekdarên PDK’ê ya ser gerîla şermezar kir û got:

“PKK aştiyê dixwaze, lê bi yek alî aştî pêk nayê. Xwîna wan gerîlayên şehîd li ser stûyê PDK’ê ye, PDK nikare xwe ji fermana Ataturkan rizgar bike.

Zayd Mehmûd diyar kir ku wê teqez gerîla bi serkeve û em ê azad bibin û Kurdistanê jî bigihînin azadiyê.

Back to top button