HPG bersiv da PDK: Daxuyaniya PDK’ê ne rast e

HPG’ê berî du rojan ragihand ku 29’ê Tebaxê yekîneyeke gerîla li herêma Xelîfan dikeve kemîneke çekdarên PDK’ê û 7 gerîla şehîd bûne. PDK’ê jî idia kir ku agahiya wan ji bûyerê tune ye. Berdevkê ragihandina HPG’ê Serdar Yektaş ji Ronahî TV re got;

PDK’ê hevalên me şehîd xistine û dixwazin şer derxînin.

Gerîla derbên giran li dewleta Tirk dixîne û wê Artêşa wê neçarî vekişînê bike.

Berdevkê Ragihandina Hêzên Parastina Gel- HPG’ê Serdar Yektaş beşdarî bernameya Îroj a Ronahî TV bû û têkildarî êrişa çekdarên PDK’ê ya li dijî yekîneyeke Gerîla agahiyên nû dan.

Li ser pirsa “hûn daxuyaniya PDK’ê çawa dibînin”, Serdar Yektaş ev bersiv da.

Yektaş eşkere kir dema ku hevalên wan dixwestin ava Zapê derbas bikin, li ser destê hêzên taybet ên PDK’ê, şehîd bûne û ev yek jî weke amadekariyên derxistina şer pênase kir.

Dewleta Tirk PDK’ê bi kar tîne

Berdevkê ragihandina HPG’ê diyar kir ku ji ber Dewleta Tirk li hemberî gerîla bi ser neket, niha dixwaze şerê navxweyî derxîne û PDK’ê jî ket xefka wê.

4 Meh in gerîla li ber xwe dide û rê nade dewleta Tirk

Serdar Yektaş bal kişand ser berxwedana 4 mehan a Gerîlayan jî û ev agahî dan

Back to top button