KCK’Ê Û KNK’Ê CEJNA ÇARŞEMA SOR PÎROZ KIRIN

Îro çarşema serê Nîsanê ango cejna Çarşema Sor e.
Ev cejin yek ji cejnên herî pîroz li gel civaka Êzidî ye .
Bi vê boneyê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê û Konseya Rêveber a KNK’ê bi peyamên cuda cejn li tevahî civaka Êzidî pîroz kir.
Di peyama de hat gotin:
Çarşema Sor, ne tenê Cejna civak Êzidî ye, ev cejin ya tevahiya gelê Kurdistanê ye.
Cejna Çarşema Sor a îsal bi serketina QSD’ê û têk çûna Erdogan tê pîrozkirin.

Îro rojeke pîroz a li gel civaka Êzdiyî ye.

Îro çarşema serê Nîsanê ango cejna Çarşema Sor e.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi vê wesîleyê peyamek pîrozbahiyê weşand.

KCK’ê di peyama xwe de wiha got:

Civaka me ya Êzidî cejneke din a Çarşema Sor bi rengekî hîn ewle û qewînkirina sîstema xwe ya xweser pîroz dike.

Em cejna Çarşema Sor li tevahiya civaka xwe ya Êzidî pîroz dikin.

Cejna Çarşema Sor a îsal bi serketina QSD’ê û têk çûna Erdogan tê pîrozkirin.

QSD’ê kiryarên komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an, dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê leşkerî ve ji holê rakir.

Têk çûna Erdogan kêfa cejna Çarşema Sor a îsal bi du qatî zêde kir.

Em van her du serketinên girîng beriya her kesî diyarî civaka xwe ya Êzidî dikin.

https://rojnews.news/ku/kurdistan/knk-e-cejna-carsema-sor-piroz-kir-30546

KNK’Ê BI BONEYA CEJNA ÊZIDIYAN PEYAMEK PÎROZBAHIYÊ WEŞAND

Her wiha Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê jî bi vê boneyê peyamek pîrozbahiyê weşand.

KNK’ê di peyama xwe de wiha got:

Cejna Çarşema Sor ya civaka Êzidî, xwedî wateyek dînî û dîrokî ye.

Dînê Êzidî yek ji dînê herî kevnare yê Kurdistanê ye.

Çarşema Sor, ne tenê Cejna civak Êzidî, ev cejin ya tevahiya gelê Kurdistanê ye.

KNK’ê di peyamê de bal kişand ser êrîşên dijminên Kurdan ên dema dawî û ev tişt anî ziman;

Rewşa Şengalê jî hîn bi temamî zelal nebûye.

Xeterî li ser bawermendên Êzidî dewame.

Ji bo parastina civaka Êzidî, pêwîste hemî hêz û gelê me hişyarbin û xwedî li civaka me ya Êzidî derkevin.

Ji ber êrîşa li ser Efrînê civaka me ya Êzidî zerer û ziyanek mezin dît.

Hêzên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wan ên ketî axa Efrînê, xwedî zihniyeta DAIŞ’ê ne.

Leave a Reply

Back to top button