Akademiya Ş.Emgîhan Cûdî li Kobanê şahiyek ji xwendekarên serkeftî re li dar xist

Îro li bajarê Kobanê Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî dewereya yekemîn a perwerdeyê ya 109 xwendekarên serkeftî bi şahiyekî bi dawî bû.

Şahî li hola Firat a bajarê Kobanê bi beşdariya bi dehan şênî, malbatên xwendekaran, nûnerên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl hat li dar xistin.

Komîteya akademiyê bawername li xwendekarên ku di dewreyê de serketinre belav kir û diyarî dan 10 kesên di rêza yekemîn de.

Endamê Rêveberiya Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî Silêman Silêman axivî û diyar kir ku pêwistiya wan bi akadimiyekê wiha heye da ku zarokên şehîdan ên ku ji ber koçberiyê û şer berdewam nekiribûn bên perwede kirin.

Mamosteyê zimanê îngilîzî yê akademiyê, Ewnî Şaban jî da zanîn ku armanca wan ew e ku zemîneke zanistî ji xwendekaran re ava bikin.

Ewnî diyar kir ku 4 beşên sereke di akademiyê de hene, beşa zimanên kurdî, erebî, îngilîzî û fêrkirina computer heye.

Hêjayî gotinê ye ku perwerde 1’ê Mijdara 2020’an ji 119 xwendekaran hate vekirin, ji wan 109 xwendekar serketin.

Back to top button