Li Helebê hêzên hikumeta şamê ango “Ewlekariya dewletê” 3 kes revandin û ew veguhestin Şamê.
Li gorî ajansa Hewar’ê kesên hatin revandin ji gundê Kefer-şêl ya girêdayî navenda bajarê Efrînê ne.
Navên kesên hatine revandin wiha ne:
Ebdo Kobelak, Ebdul-cewad Silêman û Îmad Ebdulcewad Silêman.
Hat zanîn ku kesên hatin revandin beriya niha ji aliyê endamên ewlehiyê ya şaxên Helebê ve hatibûn tengavkirin û daxwaza pereyan ji wan hatibû kirin.
Li bajarê Helebê gendelî di saziyên hikumeta Şamê de ber-belave.