Ciwanên Şoreşger ên Minbicê berxwedana gerîla silav kir

Ciwanên şoreşger ên Minbicê êrişên dewleta Tirk ser Herêmên Parasatinê yên Medyayê şeremzar kir û berxwedana gerîla silav kir.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê li pêşiya navenda ciwanan a bajar kom bûn û daxuyanî dan.

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Ehmed Cemîlî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êriş hatin şeremzarkirin û hat diyarkirin ku fikirê rêber Abdullah Ocalan fikirê azad e, rêya azadiyê nîşanî tevahî gelên Rojhilata Navîn da.

Ciwanan soz dan ku bi hêzên gerîla, rêber Abdullah Ocalan û şehîdan nesekinin heta ku tevahî planên dijmin têk bibin.

Back to top button