Artêşa Tirk gundên Minnê û Bankê yên Zaxo topbaran kirin

Artêşa Tirk gundewarê Zaxoya Başûrê Kurdistanê topbaran kir û ziyanek mezin giha herêmê.

Ajansa Rojnews ragihand ku artêşa Tirk gundên Minnê û Bankê yên bajarokê Batufa ya Zaxo bi dijwarî topbaran kirin.

Li gorî agahiyan, dagirkeriya Tirk ev êriş ji baregehên xwe yên di nava xaka Başûrê Kurdistanê de pêk anîye.

Ji ber topbaranê agir bi herêmê ketiye, ziyanek mezin gihiştiye xwezayê û kehrbeya her dû gundan jî qûtbûye.

Back to top button