Li bajarê Hesekê beriya çend rojan kesên nenas bi kêran êrişî jineke ciwan kiribûn û ew birîndar kiribûn. Jina ciwan ku dihat dermankirin, tevî hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da.
Jina ciwan Aye El-Hecîc 1’ê Îlonê li taxa Mişêrfê ya rojavayê bajarê Hesekê rastî êrişeke bi kêran hatibû.
Kesên nenas li maleke kavilkî bi kêran êrişî Aye El-Hecîc kiribû û wê birîndar kiribûn.
Aye îro li nexweşxaneyên bajar jiyana xwe ji dest da.