Şandeyek ji hikumeta Siwêdê serdana Dayîreya Têkiliyan ya Qamişlo kir

Şandeyeke ji Swêdê bi serokatiya Balyoz Fredrik Florn ji Konsul-xaneya Swêdê serdana Dayîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Her 2 aliyan mijarên Sûriyê û bi tayîbet yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê guftûgokirin û tekezî li ser çareseriyê li gorî biriyara nav-dewletî ya 2 hezar û 254 ku hemû pêkhate çihê xwe di nav de digirin.

Her wiha Fredrik Florn sipasiya Rêveberiya Xweser kir û li ser navê Hikumeta Siwêdê got ku ew weke Hikumeta Siwêdê bi çavekî mizin li têkoşîn û berxwedana gel a li dijî terorê, dinerin.

Dawiya hevdîtinê jî hijmarek malbatên DAIŞ’yên ji Siwêdê ku ji zarok û jinan pêk dihat radestî şandeyê hate kirin.

Back to top button