Çalakiyên roja yekemîn ên Mîhrîcana 3’yemîn a Hawar a Stranan, li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya Şehbayê bi beşdarbûna bi sedan şênî destpêkir.
Mîhrîcan bi diruşma “Çanda resen dengvedana serdemê ye” Mihrican bi nirxandinan destpêkir û axavtin hatin kirin.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şêraz Hemo diyar kir ku Tevgera Çand û Hunerê xwe di şoreşa Rojava de îsbat kir û di dirêjahiya salên şoreşê de parastina çandê kir û pêşî li têkçûna çandê girt.
Her wiha endamê rêveber ê Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Efrînê Îsmaîl Hiso ev tişt anî ziman:
“Em vê mîhrîcanê dest pê dikin ku ev bersiva me ya li dijî tevahî sûcên li dijî çanda me pêk tê.”
Piştre komên muzikê hin stranên şoreşgerî û folklorîk pêşkêş kirin her wiha sînevîzyonek pêşandan.
Li gor plansaziya tevgera Çand û hûnerê wê mîhrîcan 3 rojan dewam bike.