Li Kabul û Mezar şerîfê welatî li dij Talîbanê daketin kolanan

Piştî Talîbanê kontrolkirina tevahiya Efxanistanê ragihand, welatiyên Kabulê bi armanca piştgirîya Pêncşêrê daketin kolanan.

Serokê Eniya Pêncşêrê Ehmed Mesûd ji Efxanan xwestiye ku li dij serweriya Talîbanê serî hildin.

Berî Kabulê, jinên bajarê Mezar Şerîfê jî li dij hinkûmeta Talîbanê, ya ku jin tê de cih nagirin, derketin xwepêşandanê.

Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahid duh ragihandibû ku herêma Pêncşêrê bi temamî ketiye bin kontrola wan.

Ji aliyê xwe ve, Ehmed Mesûd jî ev agahî piştrast kir û got tevî kontrolkirina Pêncşêrê, berxwedana hêzên wan hêj berdewam e.

Back to top button