Leşkerekî hikûmeta Şamê di êrişa Tirkiyê de birîndar bû

Artêşa Tirk a qirker û çeteyên wê vê sibê gundê Eyn Deqenê û Bênê yê Şehbayê topbaran kirin.

Di topbaranê de endamekî hêzên hikumeta Şamê birîndar bû. Di van kêliyan de derdorê gundê Bênê yê navçeya Şêrawa tê topbarankirin

Hem wextî êrişa li ser Şehbayê Artêşa Tirk a qirker gûndê Seyadê yê bakurê rojavayê Minbicê bi hawanan topbaran kir.

Her wiha doh êvarê artêşa Tirk a qirker gundê Xalidiyê yê navçeya Eyn Îsayê jî topbaran kir.

Di encamê de şêniyê bi navê Yasir Yûsif ê 28 salî di zikê xwe de birîndar bû.

Şêniyên herêmê Yasirê birîndar ji bo dermankirinê vegûhestin nexweşxaneya li herêmê.

Back to top button