Artêşa Îsraîlî hin deverên Hemasê bombebaran kirin

Balafirên artêşa Îsraîlî karkeheke Tevgera Hemasê ya çêkirina mûşekan bombebaran kir.

Berdevkê artêşê Efîxay Edriî bi twîttekê got wan li Xan Yûnisê jî cihekî çêkirina tunelan bombebaran kir.

Ajansa Şihabê ya Filistînî jî diyar kir ku balafirên Îsraîlê baregeha El-Qadisiye ya li rojavayê Xan Yûnisê da ber mûşekan.

Artêşa Îsraîlî dibêje ji ber avêtina nepoxên şewitîner ji aliyê Filistîniyan ve, wan deverên navborî bombebaran kirine.

Heya niha ti agahiyên der barê ziyanan de nehatine biparvekirin.

Back to top button