Rêveberiya Xweser 19 dibistanên amadehî yên pîşeyî vekirin

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Rohat Xelîl diyar kir 12’yê Îlonê dibistanên herêmê vedibin û 20 hezar mamosteyên ku li akademiyên taybet perwerde dîtine, hatine amadekirin. Hevserokê Saziya Metiryalan Mekseb El-Seyah jî da zanîn ku pirtûka Zanista Jinelojî derbasî refa 11`an dibe.

Da ku her pêkhateyek bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meteryalên perwerdeyê bi sê zimanên sereke amade kiriye.

Piştî ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê îsal li herêma Cizîrê 19 dibistanên amadehî bi şaxên wê yên pîşeyî “Bazirganî, Sînayî, Çandinî û tenduristî” amade kirin, êdî di 12’yê Îlonê de xwendekar dikarin biçin dibistanan.

Têkildarî mijarê Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Rohat Xelîl axivî.

Rohat Xelîl diyar kir ku beriya dibistan werin vekirin amadekarî ji bo paqijkirina dibistanan, tomarkirina navên xewndekaran hene her wiha 20 hezar mamosteyên ku li akademiyên taybet perwerde dîtine, hazirin.

Der barê xwendekarên ku ji Girê Spî û Serêkaniyê koçber bûne jî Rohat Xelîl ev tişt anî ziman:

“Em ê perwerdekirina xwendekarên xwe yê koçber berdewam bikin.

Em niha bi rêya plansaziyên Desteya Perwerdê hewl didin dibistanên din li kampan vekin.”

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê got ku ji bo mijara nexweşiya vîrûsa Coronayê, tedbîrên wan hene da ku vîrus li dibistanan belav nebe û her 15 xwendekar dê di polekê de bin.

Her wiha Hevserokê Saziya Metiryalan Mekseb El-Seyah jî got ku her roj fikreyên nû ku fikreyên berê vala pûç dikin hene, ji lew ra divê hin guhartin di meteryalan de çêbibe.

Mekseb El-Seyah diyar kir ku îsal pirtûka Zanista Jinelojî derbasî refa 11`an bi her du pêkhateyên Kurd û Ereb dibe.

Tê zanîn ku par hejmara xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 863 hezar û 655 û hejmara mamosteyan gihaşt 40 hezarî.

Back to top button