“Divê PDK dev ji kuştina gerîlayan berde û ji bo yekîtiyê bixebite”

Encamnameya Şêwira Jinên Kurd li Ewropayê ya li dijî dagirkeriya li ser Kurdistanê hate eşkerekirin. Şewirê bang li PDK’ê kir ku dawî li qetilkirina gerilayên azadiyê bîne û aqûbeta gerîlayên windayî eşkere bike. Şewirê bang li PDK kir ku rêya dagirkeriya dewleta Tirk veneke û di xeta berjewendiyên neteweyî tevbigere

Şêwira Jinên Kurd li Ewropayê ya li dijî dagirkeriya li ser Kurdistanê ku 5’ê Îlonê li Hollandayê hate lidarxistin, encamên wê hate eşkerekirin.

Encamnameya şêwrê wiha ye:

* Avakirina Însiyatîfa Jinên Kurd ji bo destwerdana lezgîn li dijî dagirkeriyê

* Şewirê bang li PDK’ê kir ku dawî li qetilkirina gerilayên azadiyê bîne û aqûbeta gerîlayên windayî eşkere bike.

Şewirê bang li PDK kir ku rêya dagirkeriya dewleta Tirk veneke û di xeta berjewendiyên neteweyî tevbigere

* Bi lezgînî şandina şandeyek li dijî dagirkeriyê ji bo Başûrê Kurdistanê

* Bi pêşvexistina rêxistinkirina jinan di çerçoveya yekîtiya neteweyî de li gorî beşên pîşeyî yên wek hunermend, akademîsyên, siyasetmedar, dayiken şehîdan hwd.

* Israrkirin ji bo beşdariya jinan di nîqaş û biryarên siyaseta giştî de ya derbarê yekîtiya neteweyî

* Avakirina heyetên jinan a ji bo hevdîtînên neteweyî ya ji karên dîplomatîk, dijî dagirkeriyê.

* Şandina nameyan ji bo jinên namzetên hilbijartinên Iraqê û rexistinên navdewletî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk.

* Şandina nameyan ji bo jinên ku di nav partiyên siyasî li Başûrê Kurdistanê û rexistinên jinan ên civakî ku dengê xwe dijî dagirkeriyê bilind bikin.

* Şewir banga komîteya amadekar a konferansa 3. ya yekîtiya neteweyî ya jinan kir ku lez û bez bicive û pêşiya xeteriyên li ser Kurdistan bigre.

* Endamên şewirê banga hemû partî û rexistinên siyasî yên Kurd dike, jinan wek îradeyên xweser binasin û derfet bidin ku jin di nîqaşên li ser yekîtiya neteweyî cihê xwe bigrin.

* Şewir banga hikumeta herêma Kurdistanê dike bi lez rojnamevan û çalakvanên girtî yên Behdînanê serbest berdin.

* Şewir bang li herêma Kurdistanê dike pêşiya qetilkirina siyasetmedarên Rojhilatê Kurdistan ji aliyê rejîma Îranê li ser axa Kurdistan bigre.

* Şewir bang dike ku hemû Kurd û Kurdistanî wek erkek neteweyî hewl bidin ku jinên Kurd yên Ezidî yên ku he jî winda ne bên azadkirin.”

Back to top button