Talîban: Efxanistan bi temamî li jêr kontrola me de ye

Piştî kontrolkirina Pêncşêrê, welatiyên Kabulê li ser banga serokê Eniya Nîştimanî derketin xwepêşandanê. Jinên Mezar Şerîf jî li dij Talîbanê daketin kolanan. Tevger dibêje ew ê nêzîk hikûmeta nû ragihîne, aliyên navdewletî jî dibêjin ew ê Talîbanê nas nakin eger nehatibe guhartin.

Piştî kontrolkirina herêma Pêncşêrê, tevgera Talîbanê ragihand ku seranserê Efxanistanê êdî li jêr kontrola wan e..

Ehmed Mesûd: Divê Efxan li dij Talîbanê serî hildin

Serokê Eniya Berxwedana Efxanî Ehmed Mesûd jî têkçûna herêmê piştrast kir..

Ehmed Mesûd ji Efxanan xwest li dij serweriya Talîbanê serî hildin..

Li ser bangê wî, welatiyên Kabulê daketin kolanan û banga hilweşîna Talîbanê kir..

Li gor agahiyan, heya niha li hin deverên Pêncşêrê şerê her du aliyan lidar e.

Talîbanê piştî kontrolkirina Pêncşêrê, got ew ê hikûmeta nû di nêztirîn demê de ragihînin.

Niha çavê hemû cîhanê li liv û tevgera Talîbanê ye.

Talîban sozan dide dibêje dê mafên gel û jinan misoger bin..

Lê gel û jinên Efxan bawer nakin û dibêjin Talîban niha tenê propaganda dike..

Jinên Mezar Şerîf li dij Talîbanê daketin kolanan

Jinên bajarê Mezar Şerîf li dij tevgerê daketin kolanan û banga mafên xwe kir..

Jinan diyar ku Talîban, bi çi awayî be, nahêle ew cihê xwe di hikûmetê de bigirin..

Qada navdewletî jî heya vê gavê ji Talîbanê bê bawerî ye..

Joe Biden: Naskirina Talîbanê hîna dûr e

Serokê Amerîkayê Joe Biden, ê ku rê li ber Talîbanê vekir dibêje:

“Naskirina hikûmeta Talîbanê hîna dûr e.

Divê Talîban xwe ji raya giştî ya cîhanê re îsbat bike”.

Gelek dewletên din dibêjin zehmet e Talîban were naskirin, eger siyaseta xwe neguhêre.

Back to top button