Efrîn: Bi wêne û dîmen jiyana koçberên li kampa serdem

Kampa Serdem erdeke bejî û ziwa bû, lê şêniyên Efrînê ew veguherandin daristan û gulistanekê.

Ruxmî mercên koçberiyê yên ku şênyên Efrînê yên li kampan pê re rû bi rû man û dîmenên xwîn û wêrankirinê yên di mêjiyên wan de hatin xêzkirin jî, lê dîsa ev yek li pêşberî berdewamkirina jiyanê û berxwedanê nebû kelem.

Efrîniyan, erdê li gundê Til Sosin ê girêdayî navçeya Ehdas a kantona Şehbayê ku konên xwe li ser vedan, veguherandin bihuştê û navê “Serdem” lê kirin.

Di heman demê de kampa navçeya Fafîn jî bi navê “Berxwedan” bi nav kirin. “Berxwedana Serdemê” ev her du peyv li şerê li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hate kirin.

Piştî du sal û nîvan, ji ber cureyên kulîlk û darên ku hatine çandin Kampa Serdem êdî wekî gulistanekê xuya dike.

Back to top button