Rêveberiya Xweser a Şengalê: Êdî dema wê hatiye ku gelê Kurd li ber siyasetên PDK’ê rabe

Li hemberî êrişa hêzên PDK’ê ya li dijî gerîllayên HPG’ê, Rêveberiya Xweser a Şengalê nerazîbûn nîşan da. Rêveberiyê got,

Heta niha PDK’ê bi ti awayî li ber dagirkeriya Tirk ranebûye êrişî gerîlla dike û ev bang li gelê Kurd kir: Kurdên welatparêz, pêşmergeyên xwedî wijdan, partî û saziyên Kurdperwer, rewşenbîr, jin, ciwan, serokeşîrên Kurd, êdî dem hatiye ku hûn ji PDK’ê re bêjin Êdî Bes e.

Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî planên li ser civaka Êzidî û êrîşên PDK’ê yên li ser gerîlayên HPG’ê daxuyaniyek da.

Rêveberiyê bi taybet ji gelê Kurd daxwaz kir ku sînorekî ji êrîşên PDK’ê re deyne û wiha dewam kir:

“Dewleta Tirk bi her cûreyê êrişî Kurdistan û hebûna gelê Kurd dike.

Ew çend lê hatiye ku li hemberî xwezaya Kurdistanê jî bi kîn bûye. Rojane daristanan dişewitîne. Li hemberî gerîla gaza jehrî bikar tîne. Herî dawî 3 kes li gundê Kanî Masî ji ber gazên Tirkiyê bi jehrî ketin.

Gelo çima PDK li hemberî van êrişan bêdeng e?

Li şûna ku bibe xwedî helwest êrîşî gerîla dike.

Başe PDK’ê çi li ba vî dijminî dîtiye ku ewqas jê re bibe alîkar?

Beriya demekê PDK’ê 3 gerîla dîl girtin. Û ruxmê hemû banga jî PDK’ê xwe li bêdengiyê danî.

Dîsa li herêma Xelîfanûê 7 gerîlla li ser destê hêzên PDK’ê hatin şehîdkirin.

Li ser Şingalê jî şerekî bi sîxur, fesadî û bêbextiya dike û êrîşên dijminan rewa dibîne.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir ku PDK’ê herî dawî êrişa li dijî koçberên Kampa Qadiya xistiye stûyê Êzdiyan û wiha got:

PDK’ê di vê êrişê de qet behsa balefir û êrîşa dewleta Tirk nekir. Ev helwesta wan pir xeter e.

Ev siyaet wê rê li ber malwêraniya Kurdan veke.

Li hemberî wê jî, em bang li hemû Kurdên welatparêz, pêşmergeyên xwedan wijdan, partî û saziyên Kurdperwer, rewşenbîr, jin, ciwan, serokeşîrên Kurd dikin da ku li ber kirinên PDK’ê rabin.

Back to top button