YPG’ê îdiaya Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a têkildarî teqîna li Efrînê derewand

5’ê Îlonê li navenda Efrînê teqînek rû da. Dewleta Tirk, YPG’ê weke berpirsiyarê vê teqînê nîşan da. Yekîneyên Parastina Gel-YPG’ê jî bi gotina; Dewleta Tirk derewan dike, bersiv da wezareta parastinê ya dewleta Tirk.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê têkildarê teqîna 5’ê Îlonê li Efrînê rû dayî, îro daxuyaniyek da..

Navendê bi bîr xist ku dewleta Tirk ji roja Efrîn dagir kiriye, mohra xwe li gelek sûcên dij mirovî daye û got;

Xelkê Efrînê kuşt, xwezaya wê talan û wêran kir. Bi salane tevî komên xwe ên çete êrişî gelê me dike..

Weke dewama van êrişan, herî dawî beriya 2 rojan li navenda Efrînê teqîne pêk hat..

Dewleta dagirker di çarçoveya şerê taybet de dîsa hewl da sûcên kirine bixe stûyê me..

Wezareta Parastinê ya Dewleta Tirk nûçeyên derew belav dike û lazime gelê me û raya giştî bi ti awayê ji wan bawer nekin..

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî dagirkirina Efrînê bi demekê, YPG’ê eşkere kiribû ku hêzên wan li nav û derdora bajêr nemane..

Back to top button