Îsraîl: Oparasyonên me yên li Rojhilata Navîn ji bo sînordakirina Îranê ne

Serokerkanê Îsraîlê Aviv Kochavi ragihand, operasyonên wan yên leşkerî ku li herêma Rojhilata Navîn pêktînin ji bo sînordarkirina hebûna Îranê ye.

Aviv Kochavi keyfxweşiya xwe ya ji bo êrişên wan li Sûriyê û qadên din yên dijî Îranê pêk tîne serfiraz e.

Kochavi di hevpeyvîneke li gel malpera Walla ya Îsraîlê de got:

Ger li ser asta siyasî biryar hat dayîn ku êrişî Îranê were kirin, artêşa me gelek plan amade kirine.

Operasyonên me gelek armancên xwe hene.

Lê ya sereke sînordarkirina hebûna Îranê li Rojhilata Navîn e, bi taybet li Sûriyê û deverên din e.

Kochavi anî ziman ku operasyonên wan yên li gelek deverên Rojhilata Navîn pêk tên, li dijî Hemasê, Hizbullah û Îranê ye.

Kochavi got, serkeftina herî mezin sînordarkirina hebûna Îranê û cebilxaneya wê ya li qada bakur e û destnîşan kir ku sala bê dê tijî astengî be, ji ber ku artêşa Îsraîlê li gelek qadan çalak e.

Balafirên Îsraîlê bi sedan derbeyên hawayî li dijî nuqteyên alîgirên Îranê yên li Sûriyê pêk anîne.

Hikumeta Îsraîlê gelek caran ragihand ku ew rê nade bicihbûna Îran a li Sûriyê.

Back to top button