Rûsya û Çîn mûşekan pêş dixe û NATO jî ji vê yekê bifikare. Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg ragihand ku ew ji potansiyela zêdekirina mûşekên Rûsya û Çînê bifikarin.
Jens Stoltenberg bi vîdyo konferansê ji 17. Konferansa NATOyê ya li ser Kontrolkirina Çek, Çekdanîn û Nehiştina Çekên Kuştina Komî re axivî.
Stoltenberg diyar kir ku ew ji potansiyela zêdekirina moşekî ya Rûsya û Çînê bifikarin û daxwaza zelalbûnê kir.
Sekreterê Giştî yê NATO got,
“Rûsiya rê û rêbazan paşguh dike û peymanên sereke binpê dike.”
Rûsya her weha çekên nukleerî û fuzeyên balîstîkî yên nav parzemînî, nûjen dike,”
Jens Stoltenberg îşaret bi xebatên Çînê yê diwarê nukleerî de kir û ev tişt anî ziman:
“Çîn jî bilez potansiyela xwe ya nukleerî zêde dike.
Ev hemû bê sînor û zelaliyê têne kirin.
Ev yek jî me dixe nava fikaran.
Stoltenberg: Koreya bakur û îran zagonan binpê dikin
Stoltenberg diyar kir ku welatên wekî Koreya Bakur û Îran jî di warê çekên nukleerî de xwedî rolin û got:
Ev welat zagonên cîhanî binpê dikin.