Merkel: Pêwîstiya Almanya bi lîderên nû heye

Li Almanyayê piştî 16 salan, dawî li erka serokwezîrtiyê ya Angela Merkel tê. Merkel îro di axaftina xwe a dawî li Meclisda Federal de eşkere got, ew li dijî ku hukûmeteke koalîsyonê ya SDP, Partiya Keskan û Partiya Çep e. Li ser vê gotina wê, li nava meclisê ji bo demekê alozî derket.

26’ê vê mehê li Almanyayê hilbijartinên giştî hene.

Serokwezîra heyî Angela Merkel a ku wê erka wê piştî hilbijartinan temam bibe, axaftina xwe a dawî li meclisê kir.

Merkel piştgiriya xwe a ji bo namzetê Yekîtiya Xirstiyanan a Demokratîk Armîn Laşît anî ziman.

Dema ku Merkel got, ew naxwazin li wela hukûmeteke koalîsyona a Pardiya Sosyal Demokrat, Keskan û Partiya Çep pêk were, li nava meclisê dengê nerazîbûnan bilind bû.

Li ser vê Merekel bihêrs bû û îdîa kir ku tişta tîne ziman di çarçoveya demokrasiyê ye.

Serokwezîr diyar kir ku pêwîstiya Almanyayê bi lîderên nû heye û got;

A girîng a ew e ku em di dema pêş de pêwendiyên xwe li gel NATO û endamên Yekîtiya Ewrûpayê bihêztir bikin..

Back to top button