Li Roma civîna wezîran bi pejirandina “Danezana Roma” bidawî bû

Li paytexta Îtalya Roma Civîna Wezîrên Tenduristiyê ya welatên G20 hate lidarxistin. Di civînê de “Danazana Roma” a ji bo piştevaniya welatên hejar hate erêkirin.

Civîna wezîrên tenduristî ya welatên G20 doh piştî 2 rojan bi dawî bû.

Di civînê de, “Danezana Romayê”, ku tê de zêdekirina piştgiriyê ji bo welatên hejar û şandina bêtir a derziyên Covid-19 ji van welatan re, hat pejirandin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Îtalya Roberto Speranza piştî civînê daxuyaniyeke da çapemeniyê.

Roberto Speranza diyar kir ku newekheviya derziyê li cîhanê pir zêde ye û got;

Bêparhiştina perçeyek cîhanê ji derziyên li dijî vîrûsê zirarê bide her kesî.

Peyama me pir zelal e, divê kes di kampanyaya derzîlêdanê de li paş nemîne.

Speranza tekez kir ku divê bi welatên hejar re bibin alîkar da ku karibin derziyê li welatê xwe hilberînin.

Li gorî daneyên Komeleya Derzî û Derzîlêdanê ya Cîhanî (GAVI), a 2021’an ji bo welatên hejar 2 milyar derzî hatibûn armanckirin.

Lê ji bo 139 welatan tenê 230 milyon derzî hatine dayîn.

Back to top button