Lîbya..El Menfî: Projeya lihevhatina netewî despê kir

Li Lîbya asoyên çareseriyê bi hewildanên lihevkirina netewî re careke din hêviya çareseriya rewşa li welat daye avakirin.
Serokê Meclisa Serokatiya Lîbya El Menfî got, bi awayekî fermî projeya lihevhatina netewî despê kiriye.
Serokwezîrê Lîbya Dibeybe jî serbestberdana kurê Qezafî, Sadî Qezafî weke nîşaneya vê yekê diyar kir.
NY jî ev gav bi awayekî erênî pêşwazî kir.

Li Lîbya ji bo hilbijartin û rewşa li welat hewildanên hikumeta demkî tên meşandin.

Ji bo pêvajoya heyî bi awayekî serkeftî bimeşe, herî dawî kurê lîderê berê yê Lîbya Miamer Qezafî, Sadî Qezafî hate berdan.

Ev pêngav li nava welat û derveyî welat jî weke gaveke erênî ya ji bo paşeroja welat hate şîrovekirin.

Serokê Meclisa Serokatiya Lîbya Mihemed El-Menfî ragihand ku li welat projeya lihevhatina netewî bi awayekî fermî despê kiriye.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Konseya Serokatiyê ya li ser malpera tora civakî, Menfî pîrozbahî li gelê Lîbyayê kir û diyar kir ku ew hemû hewildanên ji bo gihîştina lihevhatina ku doh hatî kirin, bikeyfxweşî pêşwazî dike.

Menfi ev biyar weke daxwaza gelê Lîbya binav kir û wiha got;

“Ger gelê Lîbya ji bo girtina rupelên berê yên biêş, derbaskirina nelihevkirina, cudabûn nebaş dîtin û dawî anîna rijandina xwînê ne xwedî daxwazek cidî ba, wê ev biryar nehatiban girtin.”

Di daxuyaniyê de, agahiyên berfireh yên li ser qonax û mekanîzmaya bicihanîna projeya lihevanînê nehatin parvekirin.

Konseya Serokatiya Lîbyayê doh ragihand ku di çarçoveya lihevhatina neteweyî de girtiyên siyasî hatine berdan.

Dibeybe: Lihevkirin nebe, em nikarin pêş bikevin

Serokezîrê Lîbya Ebdulhemîd Dibeybe jî li ser malpera xwe ya civakî derbarê berdana kurê Qezfî Sadî Qezafî de nirxandin kir.

Dibeybe anî ziman ku pêwiste di lihevhatinê de gavan bi avêjin û berdana Sadî Qezafî jî weke nîşaneya vê yekê destnîşan kir.

NY: Serbestberdana Sadî Qezafî gaveke girîng e

Mîsyona Piştevaniya Lîbya (UNSMIL) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) jî bi peyamekê serbestberdana Sadî Qezafî weke gaveke girîng ya lihevkirina netewî binav kir.

NY ev pêngav jî weke “Ji bo serweriya qanûnê û lihevhatina neteweyî gavek girîng e” binav kir.

Back to top button