Berpirsê Polîtîkayên Derve yê YE Borrell serdana Iraqê kir

Ji bo hilbijartinê mehek maye.
Hemwextî nêzbûna dema hilbijartinê Berpirsê Karên Derve yê YE Borrell li Bexda axivî û got:Pêwiste çapemenî û çalakvan werin parastin.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Hisên jî got, Di navbera wan û YE de peymanek hey.

Li Iraq ya ku di nava aloziya siyasî û aborî de ye, amadekariyên hilbijartina pêşwext ya 10’ê Cotmehê tê kirin.

Hemxwextî van amadekariyan Berpirsê Polîtîkayên Derve yê YE Josep Borrell serdana Iraqê kir.

Josep Borrell bi armanca li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Bexdayê bû.

Nirxandina têkliyên navbera Iraq û YE de yek ji armanca sereke ya hevdîtinane.

Borrell di daxuyaniya çapemeniya li gel Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên de axivî.

Borrell: Pêwiste çapemenî û aktivîst werin

Berpirsê Polîtîkayên Derve yê YE anî ziman ku beriya hilbijartinê gelek tevdîrên paraste ku fikar li ser wan heyî bêne girtin.

Josep Borrell got:

“Li dewletek serwer cîh ji teror û hêmanên sextekar ên mîna DAIŞ’ê re nîne.

Pirsgirêkên şîdet û destdirêjiyê li dijî çalakvanên siyasî, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan hene.

Pêwiste ev hemû aliyên krîtîk ên rewşa ewlehiyê bêne nîqaşkirin.”

Ji ber bandora çekdarên li welat û destên ji derve di hikumetê de, fikar hene ku hilbijartin wê neazad û dadmend bin.

Gefên li ser çalakvanan jî yek ji mijarên din yên fikaran e.

Ji Cotmeha 2019’an ve, bi dehan siyastmedar û çalakvan hatin kuştin û heta niha jî kujer ne hatine cezakirin.

dimenê civîna konferansa li bexda dêne

Borrell ji bo hewlên wê yên avakirina pira di navbera welatên Rojhilata Navîn û YE de pesnê Iraqê da û west ev yek bidomîne.

Hisên: Yekîtiya Ewropa ji bo Iraqê girîng e

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên jî got:

” Peymaneke hevakariyê ya navbera me û YE heye.

Ev peyman 2012’an hate imzekirin.

Ewropa û YE wekî parzemîn ji bo Iraqê pir girîng in. Têkiliyên wan ên dîrokî, aborî û siyasî bi Iraq û gelek Ewropî re hene.

Back to top button