Li Helebê semînerek têkildarî riyên bidawîkirina tundiyê hat lidarxistin

Têkildarî tundiya ser jinan û riyên bidawîkirina wê semînerek li Helebê hat lidarxistin. Hate gotin ku divê kesên tundiyê li jinan dikin werin cezakirin û parastina jinan were xurtkirin.

Li taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê, Nivîsgeha Jinê di saziyên civaka sivîl de bi dirûşma “Çima têm kuştin” semînerek derbarê tundiya ser jinan de li dar xist.

Di semînerê de bi dehan zilam û jin ku endamên saziyên sivîl in amade bûn.

Di semînerê re hat gotin ku sedemên tundiya li ser jinan ne wekheviya navbera her du zayendan e.

Hat diyarkirin ku hesabnexwestina ji kesên ku tundiyê pêk tînin, dihêle ku tundî zêdetir bibe.

Beşdaran diyar kir ku tundiya li ser jinan bi têkoşîna li dijî tundiyê, cezakirina kesên tundiyê dikin li gorî qanûnan, xurtkirina parastina jinan û hişyarkirina civakê, bi dawî dibe.

Back to top button