DAIŞ’ê 6 endamên alîgir ên hêzên hikûmeta Şamê kuştin

Li çolistana Sûriyê DAIŞ’ê êrişî hêzên hikûmeta Şamê kir û kuştî û birîndarên hikûmetê çêbûn. Balafirên Rûsyayê jî baregehên çeteyên Tehrîr El-Şamê û gundewarên Idlibê bombebaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li çolistana Sexne ya rojhilatî Humsê li nêzî parêzgeha Dêrazorê çeteyên DAIŞ`ê êrişek li dij hêzên hikûmeta Şamê pêk anîn.

Navendê diyar kir ku di encama şerê di navbera wan de 6 endamên komên alîgirên hikûmeta Şamê hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

Kesên nenas êrişî nuqteyeke hêzên hikûmeta Şamê kirin

Her weha ji aliyê çekdarên nenas ve êrişek li dijî nuqteyek kontrolê ya şaxa “Ewlehiya Dewletê” ya hikûmeta Şamê, pêk hat û gelek kesên li nuqteya kontrolê hatin kuştin.

Balafrên Rûsî bargehên çeteyên Tehrîr El-Şam bambebaran kir

Li aliyekî din jî balafirên şer ên Rûsî 6 êriş li dijî kargeha kevir a El-Hebat û hin herêmên din ên bajarê Idlibê pêk anîn.

Hate diyar kirin herêma ku balafirên Rûsî bombebaran kiriye; kampên koçberan, baregehû cebilxaneyên Heyat Tehrîr El-Şam lê hene.

Di encama bombebaranê de, li kampa Meryem gelek kes birîndar bûn.

Back to top button